1. wîkîpediyaya kurdî, wîkîferheng, facebooka kurdî, linuxa kurdî, google werger û gelek tiştên dinê yên em jî pê nizanin hatine kurdikirin. xizmetên pir giring in. |
|
17.06.2020 08:12 ~08:12 |
cinorek
|
2. Xebateke bi taybetî ji bo pêşerojê pîroz e. Çima min got pêşeroj? Ji ber ku sed mixabin îro Kurdên Bakur ji sedî 10-20 (dibe ku kêmtir be jî) encax dizanin û hewl didin kurdî bixwînin û di jiyana xwe de bi kar bînin. Di xewa xefletê de ne. Ne ziman xema wan e ne jî netew. To mezinên me yên nexwendî yekcarî nabin yaw. Nizanim çavê wan tirsiyaye yan ji nezanî ye li hemberî Kurdî û Kurdbûnê derdikevin. |
|
17.06.2020 12:42 ~12:43 |
xabûrî
|
3. Ez herî zêde ji lêgerîna di Googleê da ya bi Înglizî aciz bûm, Tirkî jî dizanim belê lêgerîna bi Tirkî encamên bêwesf tînin pêşayîka min. Mesela min wextekê akordên lawjeyên Kurdî nedişîya ji ber xwe pê derxînim, min bo gîtar û ukuleleya xwe bi Kurdî lê digerîya çi encam nederdiketin, bi Tirkî çênedibû. Bi Înglizî lê digerîyam, min akordên lawjeya didît. Xwezka bi rojên gihiştine Kurdî ya li her derê... |
|
17.06.2020 13:49 |
buffaloskinners
|
4. (bnr: telegrama kurdÎ) |
|
17.06.2020 14:16 |
merwano
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |